Hejmara leşkerên amerîkî yên birîndar gihaştiye 200'î

Di hefteya sêyemîn a şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê de, hejmara leşkerên amerîkî yên birîndar gihaştiye 200'î.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Artêşa Amerîkayê roja duşemê ragihand ku hejmara leşkerên wan ên birîndar di şerê li dijî Îranê de, gihîştiye nêzîkî 200'î.

 

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de got ku piraniya birîndaran birînên wan sivik bûn û 180 ji wan vegeriyane ser erka xwe.

 

Her wiha Fermandariya Navendî, da zanîn ku leşker li Kuweyt, Erebistana Siûdî, Îmaratên Yekbûyî yên Erebî, Urdun, Behreyn, Îraq û Îsraîlê birîndar bûne.

 

Ji bilî birîndaran, 13 leşkerên amerîkî bi bombebarankirina baregehên leşkerî yên Amerîkayê, hatin kuştin.

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye