
Taywan giraveke çiyayî ye ku li Okyanûsa Pasîfîk, nêzîkî perava rojhilatê Çînê ye.
Girav cara yekem di sala 239 Piştî Zayînê de di tomarên Çînî de xuya bû.
Di dîrokê de tê nasî ku yekem niştecihên naskirî yên li Taywanê qebîleyên Awusturonezyayî bûn ku tê bawerkirin ew ji başûrê Çînê yê niha hatibûn.
Taywan ji sala 1624`an heta 1661`an ji aliyê Holandayê ve hat kontrol kirin.
Piştî wê ji sala 1683`yan heta 1895`an ji aliyê malbateke Çînî ya bi navê Xanedana hat birêvebirin.
Her wiha di sala 1895`an de, Japonya di Şerê Çîn-Japonî yê yekem de bi ser ket û hikûmeta Xanedana ku Împeratoriya Mezin a dawî ya padîşahiyên Çînê bû, neçar ma ku Taywanê bide Japonyayê.
Çima Çîn girava Taywanê wekî beşekî ji xwe hesab dike?
Piştî şerê cîhanê yê duyemîn, Japonya teslîm bû û kontrola herêmên ku ji Çînê girtibû, berda.
Komara Çînê jî, wekî yek ji serketîyên şerê cîhanê yê duyem bi razîbûna hevalbendên xwe, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Keyaniya Yekbûyî, dest bi rêvebirina Taywanê kir.
Lê piştî vê yekê li Çînê şerekî navxweyî dest pê kir.
Hêzên komunîst ên Mao Zedong hêzên serokê wê demê Chiang Kai-shek têk birin.
Piştî vê têkbirinê, Chiang Kai-shek û bermayiyên hikûmeta ku bi navê Kuomintangê dihat nasîn di sala 1949`an de reviyan Taywanê û li wir hikûmeta xwe ava kirin.
Her wiha Komunîstên ku li Çînî jî bi serketibûn dest bi rêvebirina parzemînê wekî Komara Gel a Çînê kirin.
Her du alî jî yên taywan bi rûvedibirin û yên Çîn birêvedibin îdîa dikirin ku ew hemû Çînê temsîl dikin.
Çîn jî her tim Taywanê wekî berçeyekê jî xwe hesab dike û her dem ji hewildanan ji bo vê yekê dike.
Taywan di 23`ê tebaxa 1958`an de li dijî êrîşên Çînê bi serket
Di sala 1958`an de di navbera Çîn û Taywanê de şerekî dijwar qewimî.
Hêzên Çînî mehekê bombebaran li Kinmen û Matsuo kirin û bi şerên deryayî û hewayî hewl dan ku aliyê din neçar bikin ku teslîm bibe.
Taywanê, bi piştgiriya Dewletên Yekbûyî, li hember êrîşê li ber xwe da, lê krîz bê çareserî bi dawî bû.
Taywan her sal 23`ê tebaxê wekî roja ku êrîşa Çînê paşve xistiye bi bîr tîne.
Roja serkeftina Taywanê li dijî êrîşên Çînê ji aliyê serokkomarê Taywanê ve hat pîrozkirin
Bi boneya vê rojê, îro serokkomarê Taywanê Lai Ching-te serdana girave ku li eniya şer de bû kir.
Lai Ching-te bi van gotinan ev roj pîroz kir:
"Aştî tenê bi hêzê dikare were bidestxistin û ti santîmetreyek ji axê nikare were qurbanîkirin"