Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî roja yekşemê di peyamekê de li ser Telegramê ragihand ku Serfermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munîr dê roja duşemê 24ê tebaxê, bi şandeyeke fermî re serdana Tehranê bike.
Li gorî Îsmaîl Beqayî, Asim Munîr dê di vê serdanê de bi hejmareke berpirsên payebilind ên Îranî re bicive.
Beqayî zêde kir ku ev serdan di çarçoveya hewldanên Pakistanê de ji bo alîkariya xurtkirina aştî û ewlehiyê li herêmê tê kirin.
Serdana Serfermandarê Artêşa Pakistanê di demekê de tê ku gefên hevbeş ên di navbera Îran û Amerîkayê de zêde bûne.
Her wiha Îran û Amerîkayê heta niha nekarîne li ser bernameya nukleerî ya Îranê û li ser nakokiyên di navbera hev de lihevkirineke dawî bi dest bixin.
Berî çend mehan Pakistanê roleke girîng di nêzîkkirina Îran û Amerîkayê de lîst û hewl da ku şerê di navbera wan de bi dawî bike.
Pezeşkiyan: Divê em li gorî lihevkirinan tevbigerin
Têkildarî mijara peymana lihevkirinê, Serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan roja yekşemê 23yê tebaxê, li cihê veşartina rêberê Îranê yê yekem Rûhulah Xumeynî axivî û behsa peymana lihevkirinê ya Pakistanê kir.
Mesûd Pezeşkiyan der barê peymana lihevkirinê ya Pakistanê de wiha axivî:
"Peymana lihevkirinê ya Îslamabadê, lihevkirinek bû di navbera hemû pisporên ku destê wan di agir de hebû.
Dema ku em biryarekê didin û digihêjin lihevkirinekê, divê em hemû li pişt wê bisekinin û li gorî wê tevbigerin.
Heke em biryarekê bidin û piştre wê bin pê bikin, rêya me dê nebaş be."
Amerîka û Îranê di meha hezîranê de peymanek bi hewldana navbeynkarên Pakistanî û Qeterî ji bo bidawîanîna şer, vekirina Tengava Hurmizê û bipêşvebirina dan û standinan îmze kiribûn.
Li paşê ji ber êrîşên Amerîkayê yên li ser Îranê û êrîşên Îranê yên li ser keştiyan li Tengava Hurmizê ev peyman hilweşiya.