Îran bang li NY dike da ku pêşî li gefên Trump bigire

Îran di nameyekê de bang li NY dike ku ji bo pêşîgirtina li gefên leşkerî yên Trump tevbigere. Her wiha, tekez kir ku ciddîyeta danûstandinan, bidestxistina çareseriyeke domdar û hevseng dê bi tevahî gengaz bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Balyozê daîmî yê Îranê li Neteweyên Yekbûyî, nameyek ji Sekreterê Giştî yê rêxistinê re şand.

Tê de behsa daxuyaniyên dawî yên Donald Trump ên der barê îhtîmala êrîşeke leşkerî li dijî Îranê kir.

Her wiha, gotinên serokê Amerîkayê wekî mînakek ji bo binpêkirina Peymana Neteweyên Yekbûyî nirxand û daxwaza tedbîrên bilez di vî warî de kir.

Baylozê Îranê Emîr Saîd Îrvanî di nameya welatê xwe de got:

"Komara Îslamî ya Îranê bang li cenabê we û hemû endamên Konseya Ewlehiyê dike

Ku hemû hêz û hewldanên xwe bikar bînin da ku DYA tavilê gefên xwe yên neqanûnî yên bikaranîna hêzê bi dawî bikin.

Em daxwaz dikin ku ew pabendî erkên xwe yên di bin Peymana NY de, bi taybetî jî madeya 2(4) bibin."

Îrvanî di nameyê de ciddiyeta Îranê ya di danûstandinên bi Washingtonê re anî ziman.

 

Her wiha nivîsand ku, bi raya wî, eger aliyê Amerîkî jî ciddiyetê nîşan bide,"bidestxistina çareseriyeke domdar û hevseng dê bi tevahî gengaz be."

Di heman demê de, ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re got ku eger ew rastî êrîşa leşkerî werin, ew ê baregeh, tesîs û hebûnên "hêza dijmin" a li herêmê wekî armancên rewa bihesibîne.

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye