Duh bi hezaran kes li Spanyayê xwepêşandan li darxistin da ku şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê şermezar bikin.
Her wiha di roja Jinên Navneteweyî de wekhevî û bidawîanîna tundûtûjiya li dijî jinan bixwazin.
Di heman demê de li Madrîd, Barcelona, Valencia, Seville, Granada, Bilbao, San Sebastián û bajarên din xwepêşandanên berfireh li dar xistin.
Li Madrîdê, sloganên wekî "Li dijî barbariya baviksalarî" û "Na ji şer re" hatin berzkirin.
Cîgira Serokwezîra Spanyayê Yolanda Díaz bang li femînîstan kir ku li hember şerê DYA û Îsraîlê li dijî Îranê bisekinin û wiha lê zêde kir:
"Em dikarin şer rawestînin, dawî li barbariyê bînin û mafên xwe vegerînin.
Em xwe wekî parêzvanên aştiyê, parêzvanên gelê Îranê, parêzvanên jinên Îranî îlan dikin."
Serokwezîrê Sosyalîst ê Spanyayê Pedro Sánchez jî li ser platforma X'ê peyamek weşand û got:
“Bila em zelal bin, em ê nehêlin nefret şûna mafan bigire û em ê newekheviyê normalîze nekin.”