Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî (Human Rights Watch-HRW) îro raporek weşand.
HRW'ê di raporê de destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê 3'yê Adarê di êrîşa bi obîsan a li ser bajarokê Yehmûr ê li başûrê Libnanê de fosfora spî ya şewitandinê bi kar aniye.
HRW'ê diyar kir ku tîmên wê 7 wêne lêkolîn kirine.
Ji wan waneya tên nîşandan ku teqemeniyên fosfora spî li ser devereke niştecihbûnê diteqin.
Ji ber wê jî bi kêmanî 2 xanî û erebeyekê dişewite.
Pisporê kar û barên Libnanê yê HRW'ê Remzî Qeys got bikaranîna neqanûnî ya fosfora spî ji hêla artêşa Îsraîlê ve li ser deverên niştecihbûnê fikarên mezin çêdike û dê encamên wêranker ji bo sivîlan çêbin.
Remzî Qeys: Divê Îsraîl tavilê van kiryarên xwe rawestîne
Remzî Qeys anî ziman ku divê Îsraîl tavilê van kiryarên xwe rawestîne û wiha got:
“Divê dewletên ku çekan didin Îsraîlê jî zextê lê bikin ku bikaranîna van teqemeniyan li deverên niştecihbûnê rawestîne.”
Fosfora spî, madeyek e ku dikare mirovan bişewitîne.
Ji bo çêkirina perdeyeke dûmanê û ronîkirina qada şer tê bikar anîn.
Piştî kuştina rêberê bilind ê olî yê Îranê Elî Xamineyî di êrîşên Îsraîlê û DYA’yê de, Hizbullah li dijî Îsraîl û DYA'yê ket şer.
Li hemberî vê yekê jî Îsraîlê êrîş li dijî Libnanê dan destpêkirin.
Li gorî zanyariyan di êrîşan de derdora 400 kes hatine kuştin û zêdetirî nîv milyon kes ji başûrê Libnanê koçber bûne.