Nîjer ragihand ku hewldana derbeya leşkerî bi serneket

Piştî şeveke aloz û tije teqîn li paytext Nîameyê, wezareta berevaniyê ya Nîjerê kontrolkirina rewşê û têkbirina serhildaneke leşkerî ya sînordar ragihand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Berevaniyê ya Nîjerê General Salifou Mody di daxuyaniyekê de, ragihand ku wan "serhildaneke sînordar" li derdora Baregeha Leşkerî ya 101 li paytext Nîameyê rûdabû, kontrol kirine.

Li gorî daxuyaniyê, çend leşkeran hevalên xwe yên di nava baregehê de dîl girtin û piştre gule berdan cîhên girîng û hestiyar ên bajêr. Hêzên parastin û ewlehiyê bi destwerdaneke bilez û koordînekirî rûbera serhildanê sînordar kirin û herêmên ketibûn bin destê serhildêran paşve girtin.

Di encama pevçûnan de ku heta serê sibê li nêzî Qesra Serokatiyê û Balafirgeha Navdewletî ya Diori Hamani dom kirin, hejmarek ji êrîşkar hatin bêbandorkirin û hinek ji wan jî reviyan.

Rayedaran bang li gel kir ku aram bin û jiyana xwe ya asayî bidomînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye