Şer û pevçûn ji duh êvarê ve li eniyên Sala, Şeqeb û Debab gur bûne û heta niha berdewam in.
Navenda Ragihandinê ya eniya Teiz a leşkerî bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên çekdar ên Yemenê êrîşeke berfireh a Hûsiyan li hemû eniyan têk bir û ziyaneke canî û madi gîhand refên wan.
Li gorî Navenda Ragihandinê, hêzên wan pevçûnine tund li eniyên Benî Bukarî û Himyer dikin.
Kanala Arabiya ragihand, Hûsiyan di çend saetên derbasbûyî de topbaraneke tund li ser gelek navend û baregehên hêzên Hikumetê li rojavayê Teizê pêk anî.
Hêzên Yemenê jî bersiva êrîşan da û di encamê de gelek kes ji herdu aliyan hatin kuştin û birîndarkirin.