Wê roja duşemê, Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî yekemîn serdana xwe ya fermî ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pêk tîne.
Armanca sereke ya vê serdanê xurtkirina peywendiyan bi Washingtonê re û gotûbêjkirina mijarên ewlehî, aborî û veberanînê ye.
Heyder Ebûdî, berdevkê hikûmeta Îraqê ragihand ku di çarçoveya serdana xwe de, serokwezîr Elî Zeydî dê hevdîtinên girîng bi serokê Amerîkayê Donald Trump û berpirs û saziyên aborî û darayî re encam bide.
Her wiha ragihand ku ev serdan xwedî girîngiyeke mezin e.
"Armanca vê serdanê xurtkirina peywendiyên digel Waşingtonê ye"
Ebûdî da zanîn ku di navbera Îraq û Amerîkayê de dê çend memorandumên fêmkirinê di warê petrol û gazê de bên îmzekirin.
Ev yek ji bo anîna kompanyayên pispor ên Amerîkî ye, da ku asta hilberandinê bilind bikin û rêyên nû ji bo kêmkirina bandorên Tengava Hurmizê bibînin.
Her wiha destnîşan kir ku ev serdan di demekê de tê kirin ku Îraq hewl dide hebûna xwe ya herêmî xurt bike û bikare roleke berbiçav di nêzîkkirina peywendiyan de bilîze.
Mijarên ewlehî, aborî û veberanînê tên gotûbêjkirin
Her wiha gotûbêj dê li ser geşepêdana hevkariya aborî, veberanîn û pêşvebirinê bin.
Ebûdî piştrast kir ku Elî Zeydî dê civînên girîng bi Serokê Amerîkayê Donald Trump û bi berpirs û saziyên aborî û darayî re pêk bîne, da ku ev gotûbêj bibin sedema gihîştina asteke bilindtir a hevkariyê.
Di destpêka destbikarkirina Zeydî de, weke serokwezîrê Îraqê, serokê Amerîkayê Donald Trump pîrozbahî li wî kiribû û piştgiriya Amerîkayê ji bo wî nîşan dabû.
Di vê çarçoveyê de, Serokwezîrê Îraqê ji bo bidestxistina baweriya rêveberiya Trump hinek gav avêtin, weke biryara bêçekkirina komên çekdar ên ser bi Îranê ve, ku heta niha sê komên çekdar biryar dane çekên xwe radestî dewletê bikin.
Piştî şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê, Îraq di warê ewlehî û aborî de, çi li hundir û çi li derve, rûbirûyî rewşeke dijwar bûye.
Ji ber vê yekê, serokwezîrê Îraqê hemû hewlên xwe dide ku van pirsgirêkan çareser bike.