Medyayên dewleta Îranê belav kirin ku Serfermandarê Artêşa Pakistanê Asîm Munîr, îro gihîşt Tehranê.
Her wiha li gorî agahiyên ku hatine belavkirin; Munîr bi serokatiya şandeyeke Pakistanî gihîşt Îranê, da ku peyameke Amerîkayê ragihîne û hat desnîşankirin ku ev serdan bi armanca amadekariya gera duyemîn a dan û standinên Amerîka û Îranê pêk hat.
Ji aliyekî din ve jî, Artêşa Pakistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku Serfermandarê Artêşê Asim Munîr û Wezîrê Karên Hundir Muhsin Neqvî di çarçoveya hewldanên navbeynkariya Pakistanê de gihîştin Tehranê.
Her wiha ajansa Reutersê jî, eşkere kir ku li gorî çavkaniyeke mezin a Îranê, armanca serdana serfermandarê artêşa Pakistanê "kêmkirina valahiya" di navbera Îran û Amerîkayê de ye û ji bo pêşîgitina ji nû ve destpêkirina şer.
"Li Îslamabadê amadekariyên gera duyemîn a dan û standinên Amerîka û Îranê tên kirin"
Li gorî Televîziyona Geo TV a Pakistanê, li Îslamabadê ji bo lidarxistina gera duyemîn a dan û standinên Îran û Amerîkayê, amadekariyên lojîstîk û ewlehiyê tên kirin.
Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump piştrast kir ku di demekê nêz de îhtîmal heye ku rêkeftinek bi Îranê re were lidarxistin, ev yek hat.