Li dijî êrîşa li dibistaneke amadehî ya li Sêweregê li gelek bajaran perwerdekar bi pêşengtiya Egîtîm Senê daketin qadan û gotin:
“Tiştên ku rûdidin, encama polîtîkaya îktîdarê ne.”
Di meşê de dirûşmeyên “Perwerdehiya bi zimanê dayikê”, “Ji tundiya li dijî mamoste re na”, “Yûsûf Tekîn îstîfa” hatine berzkirin.
Piştre Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kemal Irmak axivî û wiha got: “Berpirsiyarên rastîn ên êrîşê pergal bi xwe ye.
Polîtîkayên Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî ye. Em wek Egîtîm Senê vê yekê bi salane tînin ziman."
"Em civakeke bêtundî û dibistanên bi ewle dixwazin"
Şaxên Egîtîm Senê yên Hejmara 1 û 2yan, ên Amedê li ber avahiya Mudîriyeta Perwerdehiyê ya bajêr û Şaxê Hejmar 3 ya Egîtîm Senê ya li navçeya Erxenî ya Amedê daxuyanî dan.
Sekretera Şaxê Hejmar 1 a Egîtîm Senê ya Amedê Arzu Koçê diyar kir ku êrîş nîşaneyeke eşkere ya krîza pergala perwerdeyê ye û wiha domand: “Divê dibistan qadên biewle bin."
“Em ê nehêlin ne li dibistanan û ne jî li kolanan tundî were asayîkirin”
Şaxê Egîtîm Senê yê Dêrsimê jî li Qada Seyîd Riza daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê nehêlin ne li dibistanan û ne jî li kolanan tundî were asayîkirin” hate hilgirtin.
Sekreterê Şaxê Îlhan Oner di daxuyaniyê de anî ziman ku tundî ji ber xwe ve dernakeve holê û got: “Di rewşeke ne wekhevî kûr dibe de, hêviyên ciwanan ên ji bo pêşerojê ji holê radibin, têkiliya wan a bi perwerdeyê re lawaz dibe û li devera ku cihêkarî lê tê kirin, zemîna tundiyê xurt dibe."
“Xwendekar û mamoste dixwazin li dibistanan ewle bin”
Bi pêşengtiya Şaxê Egîtîm Senê ya Wanê jî çalakî hat lidarxistin.
Di meşê de dovîzên “Xwendekar û mamoste dixwazin li dibistanan biewle bin”, “Destpêkê ewlehiya can” û pankartên “Di perwerdehiyê de ji tundiyê re bibêje na” û “Ji tundiya li ser mamosteyan re na” hatin hilgirtin.
Dema girseyê dixwest ber bi pêşiya walîtiyê ve bimeşe, ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.
Girseyê, di dorpêça polîsan de, li dijî astengkirinê çalakiya rûniştinê li dar xist.
Endamê Komîteya Rêveber a Şaxê Egîtîm Senê Rojhat Aslan di çalakiyê de got: "Heke hûn nikarin pêşiya tundiyê bigirin, wê demê îstîfa bikin."
Her wiha, Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî êrîş hate protestokirin.
Daxuyanî, li pêşiya Mudîriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Geverê hate dayin.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku berpirsyarên vê rewşê hesabê bidin.
“Em ê teslîmî vê tarîtiyê nebin”
Di heman demê de, li ser Cadeya Cumhuriyetê ya navenda Agiriyê jî bi pêşengtiya Egîtîm Senê daxuyanî hat dayin.
Nûnerê Egîtîm Senê yê Bazîdê Fecrî Yaşar, diyar kir ku tundî ne tenê bi ewlehiyên fîzîkî dikare were astengkirin û wiha pê de çû:
“Ji ber ku tundî ji ber xwe ve dernakeve holê. Dûrxistina polîtîkayên perwerdeyê ya ji bingeha zanist û cemaweriyê, windakirina îtîbarê ya dibistan û pêkhateyên perwerdeyê, vê rewşa girantir kiriye.”