Metirsiyên ewlehiyê careke din sektora neft û gaza Başûrê Kurdistanê dixin bin bandora xwe.
Kompanyaya Gulf Keystone ku kompanyayeke serbixwe û pêşeng e di sektora nefta herêmê de, ragihand ku wekî rêkareke xweparastinê û bi armanca parastina silametiya karmend û saziyên xwe, pêvajoya hilberandina neftê li zeviyê Şêxanê rawestandiye.
Gulf Keystone: Em hilberandina neftê bi awayekî demkî radiwestînin
Kompanyaya Îngîlîstanê piştrast dike ku heta niha ti ziyan negihîştiye darayî û jêrxaneya kompanyayê.
Lê ev biryara demkî dê bandoreke rasterast bike, ji ber ku hilberandina wan a rojane li wî zeviyê parêzgeha Dihokê zêdetirî 45 hezar bermîl neft e.
Ev pêngava Gulf Keystone hevdemî rawestandina karên kompanyayên navdewletî yên enerjiyê yên li Başûrê Kurdistanê ye.
Di 16’ê vê mehê de, kompanyaya Dana Gas ji ber metirsiyên ewlehiyê karên xwe li zeviyê gaza Kormorê ya li parêzgeha Silêmaniyê rawestand.
Ev biryar rasterast bû sedema bêparbûna tora nîştimanî ya herêmê ji nêzîkî 2500 megawat kehrebe.
Rawestandina karên Dana Gas bûye sedema kêmbûna kehrebeyê
Hevdemî vê yekê jî, ji ber heman sedemên ewlehiyê, kompanyaya "HKN" pêvajoya hilberandina neftê li zeviyê (Sarsang) û (Etrûş) ên li parêzgeha Dihokê rawestand, heta ku rewş aram bibe.
Niha kompanyayên navdewletî radigihînin ku ew ji nêzîk ve çavdêriya geşedanên ewlehiyê dikin, da ku di dema afirandina rewşeke guncaw de, zanyariyên nû û biryara destpêkirina karên xwe ragihînin.