Li gorî daxuyaniya fermî ya wezaretê, kontrolkirina vê deverê hişt ku hêzên rûsî xetên berevaniyê yên artêşa Ukraynayê bişkînin û qada kontrola xwe li herêmê berfireh bikin. Moskowê destnîşan kir ku ev serkeftin zemînekî guncav ji bo destpêkirina êrîşên nû û zêdekirina zextê li ser eniyên Ukraynayê yên li Zaporîjyayê amade dike. Her wiha di dema şerê Şevçenkîvske de, hêzên rûsî navendeke berevaniyê ya berfireh kontrol kirine û zêdetirî 180 binesaziyên serbazî yên girêdayî Kyîvê paqij kirine.
Rûsya: Me li herêma Zaporîjyayê gundekî stratejîk kontrol kir
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku yekîneyên wan ên ji koma "Şerq" (Rojhilat) di encama operasyonên êrîşberî yên giran de, gundê Şevçenkîvske yê li parêzgeha Zaporîjyayê xistine bin kontrola xwe.