Li Sûdanê 6 aştîparêzên Bangladeşê hatin kuştin

Artêşa Bangladeşê ragihand ku di êrîşeke li ser baregeha Neteweyên Yekbûyî ya li Sûdanê de 6 leşkerên wan hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Her wiha hate diyarkirin ku 8 leşker jî birîndar bûne.

Artêşa Bangladeşê eşkere kir ku rayedar ji bo dermankirina birîndaran û operasyonên rizgarkirinê hemû hewla xwe didin û got:

"Rewşa herêmê hîn jî ne aram e û pevçûnên bi terorîstan re berdewam dikin."

Bangladeş yek ji mezintirîn welatên ku beşdarî mîsyonên aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî dibe.

Li Abyei demek dirêj e leşkerên Bangladeşê li wê derê hatintbûn bicihkirin.

Abyei herêmeke ku her dem di navbera Sûdan û Sûdana Başûr de nakokî lê derdikevin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye