Li Dêrazorê 4 endamên DAIŞê hatin girtin

Navenda Çapemenî û Ragihandina QSD`ê ragihand ku hêzên TOL li gundê Hisan yê Dêrazorê oparasyonek li darxistine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

QSD derbarê Opesyonê de daxuyniyek da û got: Ev Operasyon di çarçoveya parastina herêmê ji DAIŞ`ê û ewlehiya gel hate kirin.

QSD`ê da zanîn ku  lêpirsînên destpêkê planên xeternak ên şaneya terorîst eşkere kirine.

Hate diyar kirin ku amadekariyên pêkanîna êrîşên li dijî hêzên wan yên leşkerî û ewlehiyê û tesîsên sivîl û xizmetê dihate kirin, ev yek hatiye eşkere kirin û asteng kirin.

QSD'ê  ragihand ku di encama operasyonê de çar DAIŞÎ hatin girtin

Navenda Çapemenî û Ragihandina QSD`ê di dawiya daxuyaniyê de tekez kir parasyonên wan yên ji bo parastina herêmê û ewlehiya wê her tim berdewam bin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye