Axios: Rubio di dema niha de êrîşên nû yên li ser Îranê dûr dixe

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji hevalbendên Washingtonê re ragihand ku di qonaxa niha de êrîşên leşkerî yên nû li dijî Îranê nayên çaverêkirin û bal li ser dorpêçên aborî û deryayî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Marco Rubio, di peywendiyên vê dawiyê de ji çend wezîrên derve yên welatên hevalbend re diyar kiriye ku Washington "di dema niha de" plan nake ku êrîşên nû yên leşkerî bibe ser Îranê. Li gorî rapora malpera Axios ku dispêre çavkaniyên fermî, rêveberiya Serok Donald Trump biryar daye ku li şûna operasyonên serbazî, giranî bide ser zextên aborî, cezayên nû û dorpêça deryayî ya li ser hinartina petrola Tehranê.

Li gorî zanyariyan, ev siyaseta nû ya Amerîkayê dê bi kêmî ve heta piştî hilbijartinên navîn ên Kongreyê berdewam bike. Her weha karbidestên Amerîkî destnîşan dikin ku paqijkirina mînan ji piraniya deverên Tengava Hurmizê, şiyana danûstandinê ya Îranê pir lawaz kiriye. Tevî vê yekê, Rubio da zanîn ku eger Îran destpêkê êrîş bike, Washington vebijarka bersivdana serbazî bi tevahî ji ser maseyê ranake.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye