Şerê dijwar ê dron û moşekan di navbera Rûsya û Ukraynayê de bê navber berdewam dike û her du alî derbên giran li navendên stratejîk ên hevûdu didin. Di vê navberê de, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky daxuyaniyeke baldar da û bang li rêveberiya Çînê kir ku destwerdan bike. Zelensky diyar kir ku Rûsya di hilberandina moşekên nû de gavên bilez diavêje û daxwaz ji Pekînê kir ku rola xwe ya dîplomatîk bileyîze da ku pêşî li van gefên mezin bê girtin.
Li gorî raporên dawî, êrîşên asmanî yên Rûsyayê zirarên mezin gihandine binesaziya enerjiyê û deverên sivîl ên Ukraynayê. Ji aliyê din ve, Ukrayna jî bi dronên rûniştî û dûravêj êrîşên tolhildanê dibe ser herêmên sînorî yên Rûsyayê. pisporên leşkerî destnîşan dikin ku ev qonaxa şer her ku diçe zêdetir pişta xwe dispêre teknolojiyên asmanî yên pêşkeftî û dronên xwekuj.