Îro seroka demkî ya Venezuela daxuyaniyek belav kir.
Seroka demkî ya Venezuelayê Delcy Rodríguez, ji Serokê Amerîkayê Donald Trump xwest ku dorpêç û ambargoyê li ser Venezuelayê rake û got:
“Wekî heval, hevkar, em bernameyeke nû ya hevkariyê bi Dewletên Yekbûyî re vedikin.”
Petrola Venezuelayê ji sala 2019'an û vir ve, di bin ambargoya Amerîkayê de ye.
Di hefteyên dawî de, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê destûrname da hejmareke biçûk ji şîrketên pirneteweyî ku di hin mercan de bixebitin.
Piştî revandina Maduro, Washingtonê xwe wekî berpirsiyarê Venezuelayê ragihand.
Ji dema ku Delcy Rodríguez dest bi kar kir, têkiliyên di navbera Caracas û Washingtonê de, ku ji sala 2019'an û vir ve qut bûbûn, guherand.
Delcy Rodríguez di bin zexta Amerîkayê de, sektora petrolê bi girîngî reform kir û zagoneke efûyê derxist da ku girtiyên siyasî azad bike.