Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî Rafael Grossi got ku hewlên ji bo têkilîdanîna bi rayedarên Îranê re berdewam in.
Lê heta niha ti bersiv nehatiye wergirtin.
Rafael Grossi wiha lê zêde kir û got:
"Ajansê heta niha ti nîşanek negirtiye ku sazgehên nukleerî yên Îranê zirar dîtine yan jî hatine hedefgirtin.
Rewşa heyî, ne zelal e.
Îhtîmala belavbûna madeyên radyolojîk bi encamên cidî, di nav de pêwîstiya valakirina bajarên mezin, nayê dûrxistin."
Her wiha Grossi, da zanîn ku heta niha li welatên cîran ên Îranê ti zêdebûnek di asta radyasyonê de ji asta normal zêdetir nehatiye dîtin.