Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê aşkere kir ku tu keştiyên wan ên şer nehatine lêdan û îdîayên Îranê bi tevahî weke "bê bingeh" bi nav kir. CENTCOM'ê her wiha destnîşan kir ku hêzên Amerîkî tenê di hefteya borî de 10 keştiyên barkêş ên Îranê ku piştgiriya darayî didan Supaya Pasdaran îmha kirine.
Li aliyê din, Supaya Pasdaran a Îranê di daxuyaniya xwe de îdîa kiribû ku weke bersiv li dijî êrîşên artêşa Amerîkayê yên li ser 5 keştiyên petrolê yên Îranê, wan du keştiyên şer û 8 keştiyên petrolê yên Amerîkayê li Kendavê hedef girtine û zirarên mezin gihandine wan. Îranê her wiha îdîa kir ku baregeha esmanî ya Al-Azraq a li Urdunê ku firokeyên F-35, F-16 û F-15 lê ne, hedef girtiye.