Hat zanîn ku 2 Koçberên Efxan yên di keştiyê de bi 6 saet avjeniyê xwe rizgar kirine.
Her du koçberan piştî ku xwe rizgar kirin agahî dan hêzên ewlehiyê û Tîmên Ewlehiya Peravê ya Muglayê çûn cihê bûyerê.
Tîmên ewlehiyê li herêma Ortakentê dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kirine.
Li gor daxuyaniya tîmên ewlehiyê di encama kar û xebatan de termê 17 kesan ji bo otopsiyê rakirine Saziya Bijîşkiya Dadî ya Muglayê.
Di nava 15 rojan de xizmên wan serî li saziyê nedin, dê term li Goristana Bêkesan bên veşartin.