Rayedarên Estonyayê ragihandin ku balafirên şer ên Rûsyayê derbasî asmanê Estonyayê bûne û 12 deqeyan di ser bajar û bajarokên wan re geriyane.
Wezîrê Karên Derve yê Estonyayê Margus Tsahkna bi bîr xist ku Rûsyayê îsal 4 caran qada asmanî ya Estonyayê binpê kiriye.
Nûnera bilind a kar û barên derve û siyaseta ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas, ev yek wekî provokasyoneke gelekî xeter bi nav kir.
Li aliyê din, NATOyê ragihand ku yekser bersiv hatiye dayîn û balafir hatine rawestandin.
Ji aliyê xwe ve jî, Kremlin binpêkirina qada hewayî ya Estonyayê red kir û da xuyakirin ku ew pabendî yasayên navneteweyî ne û balafirên wan ên şer li ser ava bêalî firiyane.