Li Sûdanê jin li hember penceşêrê jî têdikoşin

Jinên Sûdanê di nav şer de li hember penceşêra memikê jî têdikoşin. Onkolojê Sudanî Samiya Huseyîn diyar kir ku pirsgireka esasîn li her herêmên hewce negihiştina tedawiyê ye.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di meha Cotmehê de bi çalakiyên "Cotmeha Pembe" her sal bal li ser girîngiya vedîtina zû ya penceşêra memikê tê kişandin.

Zû teşhîskirin ji bo pêşî li nexwşiyê girtinê û xwe parastinê gaveke girîng e.

Li Sûdanê ruxmî şertên tevlîhev ên tenduristiyê ya ku jin tê de dijîn , çalakiyên hişyariyê ya xeteriya newxeşiya penceşêra memikê tên li dar xistin .

Di derbarê girîngiya teşxîsa zû ya penceşêra memikan de , jinên Sûdanî ji ANHA'yê re axivîn.

Berpirsiyara saziya "Btiqdrî" Maîde Abdullah da zanîn ku jinên sûdanê rastî zext û êrîşan tên lewma girînge ku testê xwe çêbikin û wiha got:

"Zext û êrîşên li ser jinan, bi domandina şer re zêde bûye. Rûbirûbûna jinê bi paneceşêrê re, barek zêde ava dike. Rêyên ku jin xwe bi xwe muayne bikin, saziyên ku dikarin tedawî bikin û derbarê projeyên ku me pêşkêş kirin de em hewl didin agahiyên pêwîst bidin."

Her wiha Maîde Abdullah bang kir ku divê hemû jin ji bo teşhîsa zûya penceşêra memikê muayeneyên xwe bikin.

 

 

Şer pirsgirêkên jinan zêde dike

Refîqa Abdullah jî balkişand li ser belavbûna nexweşiyên din mîna şewb, ta û têkoşîna jinan li hember wê û wiha axivî :

"Jin li dijî şewbê di rewşa bê parastin de ne û li navendên bicihbûnê, zoriyên ku lê rast zêde bûne. Jin di demên şer de ji bo jiyan bikin têkoşîna xwe didomînin û niha jî bi şewbê re têdikoşin."

 

Desteka psîkolojîk girîng e

Her wiha rayedara nexweşxaneya onkolojî Samiya Huseyîn jî destnîşan kir ku piraniya nexweşan jin in û hinek dayîk hevaltiya zarokên xwe yên nexweş dikin û got:

"Pirsgirêk ew e ku li herêmên hewce ne, tedawî tuneye. Ji ber vê jî jin neçar dibin herin nexweşxaneyên bajarên dûr. Di nava van şertan de desteka psîkolojîk ji bo jinan gelek girîng e."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye