Li Sûdanê konseyek serokatiyê bi seroketiya Hemîdtî hat ragihandin

Hevpeymaniya Sûdanê "Damezrandina", konseyek serokatiyê ragihand û Fermandarê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ên Sûdanê, Mihemed Hamdan Dagalo (Hemîdtî), wek serokê hikûmeta paralel a Sûdanê hat hilbijartin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di daxuyaniyê de, hat diyar kirin ku (Hemedti) li bajarê Nyala ya Sûdanê, sonda destûrî wek Serokê Komarê xwar.

Bajarê Nyala, li herêma Darfûrê ye û wekî paytexta fiîlî ya Hêzên Piştgiriya Lezgîn kar dike.

Hevpeymaniyê, serokê Tevgera Rizgariya Gelê Sûdanê (SPLM), Ebdul Ezîz Adam El-Hilu, wek cîgirê serokê meclisa serokatiyê erkdar kir.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres jî, banga agirbesteke lezgîn li El Fasher, li bakurê Darfûrê kir.

UNICEF`ê, hefteya borî ragihand ku ji ber êrîşên hewayî, topxane û êrîşên bejahî, zêdetirî 1000 zarok hatine kuştin an jî seqet bûne.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24