Roja Pêncşemê, di navbera Rûsya û Ûkraynayê de li ser pevguhertina dîlgirtiyan de dan û standin pêk hat.
Di encamê de, 84 girtiyên şer yên Ûkrayneyê, di nav de, 33 leşker û 51 sivîl hene, ji aliyê Rûsyayê ve serbest hatin berdan.
Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî diyar kir ku di nav sivîlên ku hatine berdan de, kesên ku ji sala 2014, 2016 û 2017an de ji aliyê Rûsyayê ve hatine girtin jî hebûn.
Komîsyonê eşkere kir ku di nav girtiyan de, kesek ku zêdetirî 4 hezar roj di dîlgirtinê de derbas kiriye û mamosteyekî dibistana seretayî hebû.
Dîsa di nav karmendên leşkerî de, parêzvanên Mariupolê jî hebûn.