Li Hindistanê ji ber lehiyê 46 kes mirin

Li Kantona Keşmîr a Hindistanê, ji ber barana zêde lehî rabû. Di encam de 46 kes mirin û 200 kesên din jî winda ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Roja pêncşemê li Kantona Keşmîr a Hindistanê ji ber barana zêde lehê rabû.

Ev lehî di wextekî de ku gelek kes li ber xwaringeheke xêrxwaziyê ji bo girtina xwarinê kombibûn pêk hat.

Lehiyê ew kesên li wir, da ber xwe û bir.

Di encamê de hate ragihandin 46 kes mirine û zêdetirî 200 kes jî winda ne.

Nivîsgeha meteorolojiya Hindistanê bang li her kesî kir ku ji ber şemitîna erd û lehiyên ji nişka ve çêdibin, ji avahiyên qels, dîrekên elektrîkê û darên kevin dûr bisekinin.

Li Hindistanê di nava hefteyekê de, ev cara duyemîn e karesata bi vî rengî çêdibe.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24