Rûsyayê 221 dronên Ûkraynayê xistin xwarê

Rûsyayê ragihand ku şeva borî 221 dronên Ukraynayê xistine û diyar kir ku ew êriş ji destpêka şerê di navbera her du aliyan de yek ji êrişên herî mezin e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê li ser "Telegramê" têkildarî mijarê nivîsek parve kir û diyar kir ku "9 dron li asîmanê Moskovayê hatin xistin û 28 dronên din jî li herêmeke bajarê Saint Petersburg ê bakurê rojavayê Rûsyayê hatin xistin."

Li gorî şaredar Alexander Drozdenko, ji ber êrişa bi dronan li herêmeke dûrî eniyê şer û nêzî dewletên Baltîk û Fînlandinyayê keştiyek li bendera Prismorsk şewitî.

Drozdenko bi rêya "Telegramê" aşkere kir ku tîmên agirkujiyê şewat kontrol kirine û tu xeterî ji ber herikîna petrola di keştiyê de derneket.

Ev êriş, piştî du rojan ji ketina dronên Rûsyayê li qada hewayî ya Polonyayê pêk hat. Îro jî Rûsya û Belarusiya rahênanên leşkerî yên hevbeş kirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24