Balyozê Îranê li Rûsyayê Kazem Celalî îro 28`ê tebaxa 2026`an ji ajansa IRNA re ragihand, piştî rêzehevdîtinên di navbera Wezareta Petrola Îranê û kompanyaya Gazprom a Rûsyayê de, her du alî li hev kirine ku gaza Rûsyayê bi rêya hêleke boriyan a li ser erdê, ji axa Azerbaycanê derbas bibe û bighêje bajarê Astara yê li bakurê Îranê.
Li gorî hûrgiliyên rêkeftinê, Îran dê salane 55 milyar metreçargoşe gazê ji Rûsyayê wergire. Ev hejmar dike nêzîkî 150 milyon metreçargoşe di rojê de, ku ev qebare wekî nirxa enerjiyê bi qasî yek milyon bermîl petrola rojane ye.
Balyozê Îranê tekez kir, Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bi awayekî rasterast çavdêriya vê dosyayê dike û daxwaz kiriye ku di zûtirîn dem de girêbest werin îmzekirin û proje bikeve qonaxa bicihanînê. Da zanîn jî, niha tenê hinek pirsgirêkên teknîkî mane ku tîmên her du welatan li ser dixebitin.
Ev hevkariya mezin a enerjiyê di demekê de tê, Amerîkayê zextên xwe yên li ser Tehranê gihandine asta herî bilind. Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Duşemê operasyoneke aborî ya pir berfireh bi navê "Operasyona Derkirina Aborî" li dijî Îranê û Supayê Pasdaran ragihandibû.
Di çarçoveya vê operasyonê de, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê dorpêçên giran danîn ser 60 kompanya, kesayet û keştiyên Îranê.
Her wiha Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent hişyarî dabû ku "her welatekî ku bazirganiyê li gel Îranê bike, dê were cezakirin."