Lezgin

Li New Yorkê pêşhilbijartin: Serkeftina Sosyalîstan

reset font size increase font size

Li New Yorkê pêşhilbijartin: Serkeftina Sosyalîstan

Li New Yorkê, namzetê sosyalîst Zohran Mamdanî di pêşhilbijartina Demokratan de li hember walîyê berê Cuomo bi rêjeya ji sedî 43.5ê dengan girt û bi ser ket.

Di hilbijartinên seretayî yên şaredariyê yên Partiya Demokrat de ku li New Yorka Amerîkayê hatin lidarxistin, li gorî encamên nefermî, endamê Meclîsa Nûneran a New Yorkê Zohran Mamdanî, di nav namzedên ku di hilbijartinên 4’ê Mijdarê de beşdar bûn de li pêş bû.

Dengderên li bajarê DYA ya New Yorkê, di 4’ê Mijdarê de çûn ser sindoqan da ku biryar bidin ka kî di nav namzedên Partiya Demokrat de bikeve pêşbirka namzedê şaredariyê.

Li gorî New York Timesê, di hilbijartinên seretayî de ku 11 namzetên Demokrat ji bo şaredarê bajarê New Yorkê pêşbazî kirin, ji sedî 92’yê dengan hatine jimartin. Mamdanî ji sedî 43.5’ê dengan girt û bû rêza yekem.

Mamdanî piştî encam hatin eşkerekirin axivî û anî ziman: “New Yorkî ji bo dîtina rêberekî ku me temsîl bike û me bixe pêşiyê têkoşîn kirine. Em bi dehan cara li rastî îxanetê hatine. Piştî ewqas şikestina xeyalan, dil dicemide,hişk dibe û bawerî tê wendakirin.”

Mamdanî, bi nasnameya xwe ya sosyalîst derdikeve pêş. Ew li Ûganda hatiye dinyayê û eslê xwe Hindî ye. Reqîbê sereke yê Mamdanî di hilbijartinê de Waliyê berê yê New Yorkê Andrew Cuomo ye. Cuomo yê 67 salî, derengiya şevê ji alîgirên xwe re axivî û got: “ Îşev, ne şeva me bû. Îşev şeva Zohran Mamdanî bû. Ew vê tiştî heq kir û biser ket.”

Memdanî di kampanyaya xwe de soza siyasetên wekî belaşkirina veguhestina giştî, cemidandina zêdebûna kirêyan û ferzkirina bacên bilindtir li ser New Yorkiyên bi dahata bilind dide.

Rodî Bişeng

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24