Fransa: Divê Hizbullah çekan deyne

Fransa, beriya civîna lezgîn a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, diyar kir ku ew ji ber rewşa li Libnanê "bi fikar e" û bang li Hizbullahê kir ku çekan deyne. Her wiha ji Îsraîlê jî xwest ku operasyoneke leşkerî ya berfireh pêk neyne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Fransayê Christophe Lemoine daxuyaniyek da û diyar kir ku rêveberiya Parîsê, biryara Hizbullahê ya ji 1'ê Adarê ve ku tevlî êrîşên Îranê yên li dijî Îsraîlê dibe, wekî "bijardeyeke bêberpirsiyarî" dibîne.

Di daxuyaniyê ev bang hate kirin: "Em bang li Hizbullahê dikin ku dawî li operasyonên xwe bîne."

Di heman demê de Fransayê bang li Îsraîlê jî kir û jê xwest ku li Libnanê ji her cure mudaxaleya bejayî an jî operasyoneke leşkerî ya berfireh û demdirêj dûr bikeve.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê rêz li yekparçeyiya ax û serweriya Libnanê bê girtin.

Her wiha, Fransayê bi bîr xist ku ew plan dikin di 5'ê Adarê de ji bo piştgiriya Hêzên Çekdar ên Libnanê mazuvaniya konferanseke alîkariyê ya navneteweyî bikin û dubare kir ku ew piştgiriyeke tam didin rayedarên Libnanî.

Rêveberiya Parîsê her wiha kêfxweşiya xwe anî ziman ku hikûmeta Libnanê di 2'yê Adarê de biryar girtiye ku çalakiyên leşkerî û ewlehiyê yên Hizbullahê qedexe bike.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye