Beriya vê bi 5 rojan Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) baxçeyê zarokan li Kugliyê yê li Kordofana Başûr ya Sûdanê bombebaran kiribû.
Di encamê de, 114 kesan ku di nav wan de 43 zarok in hatin kuştin û 71 kesên din jî birîndar bûn.
Niştecihên herêmên diyar kirin ku RSF du caran bi balafirên bêmirov êrîşî baxçeyê zarokan û nexweşxaneyekê nêzîkî wê kiriye.
Niştecihan eşkere kirin ku dema mirov hewl didan zarokan rizgar bikin careke din rastî êrîşan hatine û di encamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane.
Saziyên Afrîkayê êrîşên RSF weke sûçên şer bi nav dikin
Serokwezîrê Sûdanê Kamil Îdrîs bang li rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan kir ku vê bûyera hovane ya ku ji hêla RSF pêk hatiye, şermezar bikin.
Îdrîs destnîşan kir kesên ku RSF fînanse û perwerde dikin divê werin dadgehkirin.
Serokê Komîsyona Yekîtiya Afrîkayê Mehmûd Elî Yûsif, bi tundî êrîşa li ser sivîlan şermezar kir.
Yûsif piştrast kir ku armanckirina sivîlan binpêkirineke eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî ye.
Serokê Komîsyona Yekîtiya Afrîkayê daxwaza agirbesteke tavilê û bê şert û merc kir.
Her wiha bang li her du aliyên şer kir ku parastina sivîlan misoger bike û rê bide gihîştina alîkariyên mirovî.
Şîrketa petrolê ya Çînê biryara vekişandinê ji Sûdanê daye
Her wekî din jî, ji ber nebûna ewlehiyê li Sûdanê, şîrketa Korporasyona Petrolê ya Neteweyî ya Çînê (CNPC) biryar daye ji Sûdanê vekişe.
CNPC'yê daxwaz ji Wezareta Enerjî û Madenê ya Sûdanê kir ku civînek lezgîn li dar bixe da ku biryara vekişandinê, nîqaş bike.
Şîrketê diyar kir ku sedemên sereke yên bidawîkirinê xerabûna ewlehiyê, talankirin û sabotajkirina deverên hilberînê ne.
Şîrketê destnîşan kir ku dawîkirina peymanê ne biryareke siyasî ye û tekez kir ku hevkariya pêşerojê bi Sûdanê re dê piştî bidawîbûna pevçûnê û baştirkirina ewlehiyê dê berdewam bike.