Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov nerînê Serokê DYA'yê Donald Trump ên di derbarê bidawîanîna şerê Ûkraynayê de, erênî nirxand û got:
“Em pesnê stratejiya ewlehiya neteweyî ya Donald Trump didin.
Ji ber piranî fikrê wî, bi ramana Moskovayê re li hev dike.”
Berpirseke Amerîkî da xuyakirin ku di navbera Rûsya û Ûkraynayê de, bi serkêşiya Washingtonê ve, di demeke nêzîk de, wê peymaneke aştiyê were îmzekirin.
Di derbarê şerê Rusya Ukraynayê de Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky jî dê îro biçe Downing Streetê û bi Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Şansolyeyê Almanya Friedrich Merz re hevdîtinê bike.