Çarşema borî, herêm bi lerzîna erdê ya bi pileya 8.8’an re rû bi rû ma, piştî vê bûyerê volkana Kracheninnikov teqiya.
Tê ragihandin ku ewra tozê ya ji volkanê ku nêzî 1800 bilind e, heta 6000 metreyan bilind bûye.
Li gorî Wezareta Rewşên Awarte ya Rûsyayê, ewra tozê ber bi Okyanûsa Pasîfîkê ve diçe û niha ji bo cihên niştecihbûnê an jî komê tûrîstan ne di xeterê de ye.
Li gorî Bernameya Volkanîzma Gerdûnî ya Enstîtuya Smithsonianê, teqîna dawî ya Kracheninnikov a ku di dîrokê de hatiye qeydkirin, vedigere sala 1550’î.
Rayedaran ragihandin ku niha di quntara volkanê de şikestineke çêbûye, qubeya lavê peyda bûye û derketina gazê ya zêde tê dîtin.