Wezîrê parastinê yê DYA'yê: Îro wê bibe roja êrişan a herî dijwar

Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Pete Hegseth ragihan ku ji aliyê êrişên li ser Îranê ve wê îro bibe roja herî dijwar.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê Amerîka, Îsraîl û Îranê di roja 11an de didome.

Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Pete Hegseth îdakir ku roja sêşemê ji aliyê êrişên li ser Îranê ve wê bibe roja herî dijwar û ragihand ku gelek balafirên şer û balafirên bombebaranê wê tevlî operasyonan bibin.

Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Pete Hegseth, der barê êrişên li ser Îranê de li Pentagonê ji rojnamegeran re axivî.

Hegseth îdia kir ku hêzên DYA û Îsraîlê li qadê serdest in.

Hegseth diyar kir ku di roja 11'emîn a operasyonê de wê hejmara herî zêde ya balafirên şer û balafirên bomberdimanê beşdarî êrişan bibin û got:

“Îro dê roja herî dijwar a êrişên me yên li ser Îranê be. Îstîxbarata me ji her demê baştir û rasttir e.”

 Hegseth anî ziman ku armancên bingehîn ên operasyonê nehatine guhertin.

Her wiha Pete Hegseth destnîşan kir ku ew dixwazin depoyên moşekan û pergalên parastinê yên Îranê tune bikin û hêza deryayî ya Îranê bêbandor bikin.

Hegseth destnîşan kir ku ew ê rê nedin Îran çekên nukleerî pêş bixe û diyar kir ku Serokê DYA'yê Donald Trump di vê mijarê de bibiryar e.

Wezîrê Parastinê îdia kir ku kapasîteya leşkerî ya Îranê bi awayekî sîstematîk tê qelskirin û anî ziman ku rêveberiya Tehranê li hemberî êrişan di rewşeke dijwar de ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye