Qurbaniyên erdheja li Efxanistanê gihîştiye 1400 kesan

Roj bi roj bîlançoya erdheja Efxanistanê girantir dibe. Rayedarên Afganî îro ragihandin ku hejmara qurbaniyên erdheja li Efxanistanê gihîştiye 1400 kesan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevkê Desteya Rêveberiya Karesatên Neteweyî Yousef Hamad eşkere kir ku di karesata xwezayî ya şeva duşemê li welêt qewimî de jimara qurbaniya gihîşt 1400 kesan, zêdetirî 3 hezar Efxanî jî birîndar bûn.

Rayedarên Efxanî dan zanîn ku erdê çiyayî û hewaya tofanî hewldanên rizgarkirinê asteng kirine.

Her wiha erdhejê xanîyên ji kerpîçên heriyê wêran kirine û hejmara miriyan zêdetir kiriye.

Berpirsê rêveberiya karesatan li parêzgeha Kunar diyar kir ku ew nikarin bi rastî hejmara cenazeyên ku hîn jî di bin kavilan de ne texmîn bikin û got:

"Em hewil didin operasyonên rizgarkirinê di zûtirîn dem de temam bikin û dest bi belavkirina alîkariyê li malbatên mexdur bikin."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24