Duh li Şirnex, Sêrt, Xarpêt û Mêrdînê bi boneya Roja Aştiyê ya Cihanî meşên girseyî hatin lidarxistin.
Di çalakiyan de gel piştgiriya xwe ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nîşan da û banga mîsoogerkirina şert û mercên xebata azad ya Rêberê Gelê Kurd hate kirin.
Li Şirnexê meş ji ber avahiya KESK’ê dest pê kir û heya Qada Emerê Ereb berdewam kir. Li Qada Emerê Ereb Hevserokê TUHAD-FED’ê Aydin Denîz daxuyanî xwend.
Denîz destnîşan kir ku 1’ê Îlonê li hember tarîtiya şer sembolekî berxwedanê ye û wiha berdewam kir:
“Îro eger dixwazin ev nîqaşên ku li meclisê tên kirin encamgir bibin, wê demê lazim e ku serê pêşîn şert û mercên xebatê yên serbest demildest ji bo Birêz Abdullah Ocalan werin peydakirin ku bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' îradeya aştî û çareseriyê nîşan daye û avakar û rêvebirê vê pêvajoyê ye.”
'Aştî ne tercîheke, şerta bihevre jiyanê ye'
Denîz diyar kir ku ji bo aramî û azadiya gelan tekane rê, rêya Aştiya Cikava Demokratîk e û wiha pêde çû: “Çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi awayekî demokratîk, birûmet û mayînde ne tenê ji bo gelê Kurd, her wisa ji bo Tirk, Ereb, Laz, Çerkez, Elewî, Êzidî û hemû gelên ku li vê erdnigariyê dijîn jî, kilîta siberojê ye.
Em dizanin ku aştî ne tercîhek e; şerta pêkvehebûn û pevrejiyanê ya gelên me ye. Ji bo aramî û azadiya hemû gelan, tekane rêya çareseriyê ew e ku em bi rêya aştiyê civaka demokratîk ava bikin û bi avakirina civaka demokratîk jî aştiyê mayînde bikin.”
'Çareseriya demokratik mifteya hemû gelan e'
Meşa li Merdînê jî li ber avahiya PTT’ê ya navçeya Artukuyê dest pê kir û heya Parka Karayollari berdewam kir. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û wekîlê DEM Partiyê Salîha Aydenîz peyama Rêberê Gelê Kurd a ji bo 1’ê Îlonê xwend.
Li Sêrtê jî girse ji ber Dibistana Navîn a Sancaktar heya Qada Demokrasiyê meşiyan.
Daxuyaniya li Qada Demokrasiyê, Revşen Arslan bal kişand li ser şert û mercên Rêberê Gelê Kurd û got: “Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ne tenê mifteya pêşeroja gelê Kurd e, di heman demê de ya Tirk, Ereb, Laz, Çerkez, Elewî, Êzdî û hemû gelan e jî."
Li Xarpetê jî ji bo 1’ê Îlonê li ber avahiya DEM Partiyê ya li Xereca Xozatê daxuyanî hat dayîn.
Rêveberê DEM Partiyê Nîhat Yuca daxuyanî xwend. Yuca li ser girîngiya têkoşîna hevpar ya ji bo aştiyê sekinî û wiha berdewam kir: “Yên ku ji şer sûdê werdigirin û yên ku karkeran mehkûmî birçîbûn û xizaniyê dikin, heman berjewendîperest in.”