Cîgirê Serokê Koma Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî û şandeya pê re bi boneya 10'ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin, serdana Komeleya Rojnamegerên Parlamentoyê kirin.
Sezaî Temellî li ser geşedanên li Sûriyê û Peymana 10'ê Adarê pirsên rojnamevanan bersivand.
Temellî pirsa bandora pevçûnên li Sûriyê pêvajoya li Tirkiyê wiha bersivand:
"Ne rast e ku mirov jê re bibêje şerê li Sûriyê.
Li Sûriyê êrîşek heye, dîsa bi zîhniyeta DAIŞ'ê ye.
Êrîşek li ser sivîlan heye ku du taxan, heta sê taxan hedef digire.
Tirkiyê, ew wekî ku şerek, pevçûnek di navbera QSD’ê û hikûmeta Şamê de hebe nîşan dide.
Lê QSD’ê li wir nîn e.
Divê ev êrîş tavilê rawestin."
Temelli pirsa "Cîgirê Serokê Koma AKP'ê got ku QSD rêxistineke wekaletê Îsraîlê ye. Hûn di vê gavê de QSD çawa pênase dikin?" wiha bersiv da:
"QSD ji aliyê gelê Bakur-rojhilatê Sûriyê ve li ser bingeha serweriya yasayê hatiye avakirin.
Di seranserê şerê Sûriyê de, belkî ew herêma herî aram bû.
Her wiha gelek dîplomasî meşandiye. Ev tohmet nayê qebûlkirin.
Em zimanê tehdîdê yê li dijî QSD'ê qebûl nakin.
Divê kanalên danûstandinê hem li Tirkiyê û hem jî li Sûriyê werin parastin û berdewam bikin."
Cîgirê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî herî dawî diyar kir ku pêwîst e Tirkiyê tavilê bi QSD'ê re dest bi hevdîtinan bike.