Di maça futbolê ya di navbera Somaspor û Bursasporê de, hinek alîgirên Bursasporê bi dirûşman heqaret û dijûn li siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê kirin. Bertekên li dijî vê yekê berdewam e.
DEM Partiyê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) kir ku di derbarê wan kesên ku hekaret kirine û tîma futbolê ya Bursasporê de lêpirsîn bide dest pê kirin.
DEM Partiyê gotinên li hemberî Leyla Zanayê hate kirin wekî êrîşêke zayendîperest û gotinên nefretê ya li dijî jinan pênase kir.
"Kesên bêdeng bimîne jî tevlî vê sûcê dibin"
Em êrîşa zayendîperest û gotinên nefretê yên li dijî jinan, ku ji aliyê Leyla Zana ve hatiye temsîlkirin, şermezar dikin.
Heqaretên zayendîperest sûc in, gotinên nefretê sûc in, hedefgirtin sûc e. Her kesê ku bêdeng dimîne hevkarê vê sûc e ne."
Em bang li wezaret û saziyên peywendîdar dikin ku li dijî vê axaftina nefretê, ku mînaka herî dawî ya wê me li tribunan dît, berpirsiyariyê bigirin ser xwe.
Ev zimanê jehrîn ê ku ji tribunan derdikeve, îfadeya zihniyetek nijadperest, û faşîst e ku ji hêla mêran e ku serdest e ye. Cudakarî û axaftina nefretê divê wekî beşek cuda di nav qanûna cezayî de werin rêkûpêk kirin.