Ezîz Ehmed: Dronên hefteya borî ji Dubisê hatibûn şandin

Cîgirê Rêveberê Ofîsa Serokkwezîr ê Herêma Başûrê Kurdistanê, Ezîz Ehmed eşkere kir hefteya borî, ew dronên ku êrîşî ser bîrên petrolê kiribûn ji navçeya Dubis a Kerkûkê hatibûn şandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî ragihandinên Başûrê Kurdistanê, di vê mehê de li Başûrê Kurdistanê 20 êrişên bi dron hatine kirin, 7 ji wan bîrên petrolê li Baedr, Tawke, Xurmale, Sersing û Pêşabûr kiribûn armanc.

Ezîz Ehmed diyar kir ku ji ber êrîşên li ser bîrên petrolê yên li Başûrê Kurdistanê nêzîkî 200,000 bermîl hilberîna petrolê winda kiriye.

Di derbarê van êrîşan de Ofîsa Medyayî ya Ewlehiya Iraqê û Serfermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hatiye: "Armanckirina bîrên petrolê yên vê dawiyê, pêşveçûnek xeternak e ku aramiya Iraqê têk dide û sûcdar dê bêne cezakirin."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24