Pasdarên Şoreşê: Êrîşa li ser mala Nêçîrvan Barzanî kiryareke terorîst e

Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê, êrîşa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê şermezar kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajnasa Nûçeyan a Îranê Tesnîmê, ragihand ku beşa têkiliyên giştî ya Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî eşkere kir ku êrîşa bi dronê ya li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê "mînakek ji kiryareke terorîstî ya dijmin e".

 

Her wiha heman çavkaniyê da zanîn ku ev êrîş jî mîna ya armancgirtina berpirsên payebilind ên Îranî ku bi destên artêşên Amerîkî û Îsraîlê pêk hatiye.

 

Pasdaran wiha destnîşan kir:

 

 “Ev kiryarên terorîstî nîşan didin ku dijminên şer hewlên xerabkar ji bo zirardayîna aştiya herêmî, aramî û hevkariya di navbera Herêma Kurdistanê û welatên cîran de didin.”

 

Sipaha Pasdarên Şoreş Îranê amadebûna xwe ji bo piştgirîkirin û parastina ewlehiya cîranên xwe bi rêya xurtkirina hevkariya ewlehiyê û çêkirina mertaleke parastinê ya kolektîf ragihand.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye