Di vê hefteyê de erdhêjek bi hêza 7.4 pileyî li Kolombiyayê çêbû.
Di encama vê erdhejê de, heta niha herî kêm 280 kes mirine û zêdetirî 4 hezar kes birîndar bûne.
Di heman demê de 143 kes hîn jî winda ne.
Dîsa di encama vê erdhejê de li gelek deverên cuda yên Kolombiyayê avahî hilweşiyane.
Di vê çarçoveyê de Serokê Kolombiyayê Abelardo de Espirilla ragihand ku ziyanên aborî yên ji ber erdheja bihêz a hefteya borî dikarin bigihîjin 9.58 milyar dolarî.
De Espirilla da zanîn ku ziyana li avahiyan bi qasî 24.5 trilyon peso tê texmînkirin.
Lê ziyanên binesaziyê bi qasî 5.5 trilyon peso ne.
Shakira: Ez ê herî kêm 10 dibistanan li welatê xwe ava bikim
Li aliyekî din stêrka stranbêj a Kolombiyayî Shakira duh soz da ew ê li herêmeke dûr a welatê xwe, herî kêm 10 dibistanan ava bike.
Shakira ji rojnamevanan re wiha got:
"Tiştê ku herî zêde min xemgîn dike, ew e piştî ku ev rewşa awarte biqede, dibistan nayên avakirin.
Her roja ku zarok naçin dibistanê, derfetên pêşeroja xwe ji dest didin."