Li gorî Ajansa Nûçeyan a Yemenê Saba, balafirên şer ên hêzên koalîsyonê li dijî herêmên Hûsiyan êrîşeke berfireh pêk anîn.
Di êrîşan de bajarên Teiz, Hudeyde, Cewf û Merib hatin armanckirin.
Hûrgiliyên êrîşan hê jî nehatine zelalkirin.
Komên Hûsiyan bajarê Muxa kontrol kirin
Li aliyekî din jî, sê çavkaniyên hikûmeta Yemenê ragihandin ku Hûsiyan îro bajarê Muxa yê nêzîkî Deryaya Sor kontrol kir.
Her wiha çavkaniyan gotin ku Hûsî nêzîkî kontrola tevahî ya bajarên din ên beravê yên li ser Tengavê Bab El-Mendibê bûne, wekî bajarê Zubabê.
Ji ber ku Hûsî dixwazin tevahiya berava Yemenê ya li ser Deryaya Sor kontrol bikin.