Pentagonê planek ji bo zêdekirina amadekariyên şer eşkere kir

Pentagonê ragihand ku wan ji bo xurtkirina şer, bi Şîrketên BAE Systems, Lockheed Martin û Honeywell re lihevkirin pêk anîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) roja çarşemê ragihand ku ji bo amadekariyên şer, bi Şîrketên BAE Systems, Lockheed Martin û Honeywell re, gihîştine rêkeftinan.

Ev rêkeftin jî, ji bo zêdekirina hilberîna çend sîstemên parastinê û teqemeniyan pêk hat.

Pentagonê zêde kir ku Honeywell Aerospace dê "hilberîna pêkhateyên ku ji bo depoya cebilxaneya Amerîkayê girîng in zêde bike" wekî beşek ji veberhênanek 500 milyon dolarî di nav çend salan de.

Pentagonê diyar kir ku BAE Systems û Lockheed Martin dê hilberîna sîstemên rêberiyê ji bo mûşeka astengker a THAAD çar qat bikin.

Her wiha Wezareta Parastinê ya Amerîkayê peymaneke nû bi Lockheed re îmze kir da ku hilberîna mûşeka Strike ya Precision bileztir bike.

Ev yek jî, piştî zêdetirî 3 hefteyan ji şerê Amrîka- Îsraîl û Îranê hat.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye