Di berdewamiya şer de, Ûkraynayê êrîşêke dijwar li dijî Rûsyayê pêk anî.
Li gorî agahiyan, Ûkranynayê bi dronan êrîşeke berfireh li ser saziyên leşkerî, petrol û hejmarek ji parêzgehên Rûsyayê pêk anî.
Li ser vê yekî jî, Wezareta Parestinê ya Rûsyayê eşkere kir ku sîstemên parastinê yên Rûsyayê ji seat 8’ê şeva borî ve û heta 7’ê vê sibehê, 376 dronên Ûkraynî têk birin.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, ev dron li ser qada hewayî ya herêmên Belgorod, Bryansk, Kaluga, Kursk, Leningrad, Novgorod, Pskov, Rostov, Smolensk, Tver, her wiha herêma Krasnodar, Moskova û derdora wê, Kirim û Deryaya Azovê jî, hatine xwarê.
Li Moskovayê jî, şaredar Sergei Sobyanin ragihand ku sîstemên parastinê 4 dronên ku ber bi Moskovayê ve dihatin, beriya bighêjin armancên xwe hatin têkbirin.
Ûkraynayê êrîşî nêzîkî 15 herêmêm Rûsyayê kir
Li herêma Belgorod ya Rûsî, Waliyê herêmê Alexander Shuvayev da zanîn ku hêzên Ûkraynayê di 24 seatên borî de, 49 êrîş li ser vî bajarî pêk anîn û di encamê de kesek hat kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.
Waliyê herêma Kurskê jî, Alexander Khinchin, da xuyakirin ku di encama êrîşeke Ûkraynayê de ku zirar da otomobîlekê, kesek li herêma Rylsk birîndar bûye.
Hat zanîn ku ji ber ketina bermahiyên dronan li parzûngeha petrolê ya Ilsky a li herêma Krasnodar a Rûsyayê agir derket, lê rayedaran piştrast kir ku ti birîndarî çênebûne.
Ev êrîş di demekê de tên ku Ûkrayna bi berdewamî tesîsên enerjî û sotemeniyê yên li hundirê Rûsyayê armanc dike û hewl dide şiyanên lojîstîkî û aborî yên ku piştgiriyê didin hewldana şerê Rûsyayê, lawaz bike.
Di heman demê de, Moskova ji destpêka şer ve, di sibata 2022’yan de, rojane li dijî axa Ûkraynayê êrîşan dike.