Wêneya Îmamoglu hat rakirin û ya Kiliçdaroglu hat daliqandin

Aligîrên Kemal Kiliçdaroglu wêneya Ekrem Îmamoglu ji avahiya CHP'ê anîn xwarê û wêneya Kiliçdaroglu daliqandin. Li dijî vê, aligîrên Îmamoglu hatin avahiya CHP'ê û polîsan jî ketin û derketin qedexe kirin. Ozgur Ozel diyar kir ku ger ew derfeta siyasetkirinê di CHP’ê de nebînin, dê partiyeke nû ava bikin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di 4-5’ê kanûna 2023’yan de, 38’emîn kongreya asayî ya CHP’ê pêk hatibû û Ozgur Ozel bûbû serokê giştî ya CHP’ê.

Dadgeha Îstînafê der barê kongreya CHP’ê de ku Ozgur Ozel bûbû serokê giştî, biryara ‘Betalkirina Teqez’ da.

Bi vê biryarê re, Ozgur Ozel ji peywirê hat dûrxistin û Kemal Kiliçdaroglu careke din weke serokê giştî hat peywirdarkirin.

Duh bi şev, aligîrên Kiliçdaroglu ketin nava rêxistina CHP’ê ya Stenbolê û wêneyên Ekrem Îmamoglu anîn xwarê.

Li dijî vê, Ozgur Çelîk ê ku ji aliyê dadgehê ve ji peywira xwe hatibû dûrxistin, bi gelek kesan re çû avahiya CHP’ê ya Stenbolê.

Girseyê wêneya Kiliçdaroglu anî xwarê û weneya Îmamoglu dîsa daliqandin.

Li dijî heyeta bangwaziyê ku ji aliyê dadgehê ve hatibû peywirdarkirin, polîsan nehişt ti kes bikeve avahiya CHP’ê ya Stenbolê.

Ozgur Ozel: Em ê partiyeke nû ava bikin

Ozgur Çelîk û rêveberên CHP’ê ya Stenbolê jî li pêşiya avahiyê daxuyanî dan û bertek nîşanî êrîşa polîsan dan.

Ji aliyekî din ve, serokê Koma CHP'ê Ozgur Ozel bersiva pirsên rojnameya Nefesê da.

Pirsa ka gelo piştî 20'ê tîrmehê partiyeke nû ya ku ji 100 parlamenteran pêk tê, dê bê avakirin yan na, Ozgur Ozel wiha bersiva wê da:

"Serlêdanên pir standard ên ku divê di warê hiqûqê de bên kirin, ji bo ku betalî berdewam bike, nayên kirin.

Serlêdanên ku em dikin tên derengxistin.

Ji ber wê yekê, 20'ê tîrmehê ne dîrokeke teqez a avakirina partiyê an jî veqetînê ye.

Dayîna hejmara parlamenteran ne rast e, lê heke em partiyeke din an jî komeke din ava bikin, guman tê de nîn e ku ew ê bibe muxalefeta sereke."

Ozel, li ser pirsa "gelo hûn ê partiyeke nû ava bikin an hûn ê bi partiyeke amade re berdewam bikin?" wiha bersiv da:

"Heke em di Partiya Gel a Komarî (CHP) de nemînin, em ê ji sifrê partiyeke nû ava bikin.

Bi eşkereyî dikarim bibêjim ku heval amadekariyên xwe dikin."

Ji aliyekî din ve, di ragihandina Tirkî de hin angaşt dibêjin ku wê Kemal Kiliçdaroglu Ozgur Ozel ji erkê bigire.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye