Cenazeyê Elî Xameneyî gihîşt bajarê Necefê yê Îraqê

Merasîmên cenazeyê Rêberê Bilind yê Îranê Elî Xamineyî di roja xwe ya pêncemîn de berdewam dike. Cenazeyê Elî Xamineyî gihişt bajarê Necefê yê Îraqê. Vê sibehê jî cenazeyê Elî Xamineyî veguhestin kolanên vî bajarê Îraqê. Hat ragihandin ku bi milyonan kes li derdeora cenazeyê Elî Xamineyî kom bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Cenazeyê rêberê bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî piştî merasîmên cenazeyê yên li Îranê, gihîşt bajarê Necefê yê Îraqê.

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û berpirsên payebilind ên Îraqê li Balafirgeha Navneteweyî ya Necefê cenaze wergirtin.

Serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan jî ji bo beşdarbûna merasîman gihîşt Necefê.

Rayedarên Îraqê û kesayetên olî yên Şîe beşdarî pêşwaziya fermî ya li balafirgehê bûn berî ku cenaze bi merasîmeke mezin di nav bajêr de were veguhastin.

Bi milyonan kes li Necefê ji bo Xamineyî kom bûne

Vê sibehê jî cenazeyê Elî Xamineyî veguhestin Kolanên vî bajarê Îraqê.

Gelê Iraqê îro beşdarî merasîma cenazeyê Elî Xamineyî li Necef bûn û ji saetên serê sibê ve gihîşt cihên diyarkirî.

Di merasîmê de Îraqiyan soz û pabendbûna xwe bi prensîbên Xamineyî re ji nû ve piştrast kirin.

Girseyên Iraqî ji bo merasîma cenazeyê ber bi Necef ve herikîn.

Beşdarên merasîma cenazeyê li Necef ji Pira Kûfe ber bi goristana pîroz a Îmam Elî ve çûn.

Ji roja Înê ve merasîmên ji bo Xamineyî tên lidarxistin

Merasîmên cenazeyê ji bo Xamineyî ji roja Înê li Tehranê dest pê kirin.

Piştre merasîm ber bi bajarê Qumê ve çû, ku wek navenda olî ya Şîe tê naskirin. 

Rayedarên Îraqê berî hatina cenazeyê Elî Xamineyî li dora Necefê tedbîrên ewlehiyê zêde kirin, ji ber ku hejmareke mezin ji şîniyan ji seranserê Iraqê û welatên cîran ber bi bajêr ve kom bun .

Biryar e ku merasîm ber bi Kerbelayê ve bidome piştre wê cenaze ber bi bajarê Meşhed ê Îranê ve bê veguhastin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye