Peymana Lozanê di 24’ê Tîrmeha 1923’yan di navbera Tirkiye, Brîtanya, Fransa û hevalbendên wan de li Qesra Rummine ya Lozanê hat mohrkirin.
Li ser peymana Lozanê ya xwe dispêre parçekirin û înkar kirina gelê Kurd 102 sal derbas bû.
Profesorê Zanîngeha Zurichê û dîroknas Prof. Dr. Hans-Lukas Kieser li ser Peymana Lozanê axivî û got: “Bi Peymana Lozanê re trajediyeke kûr û qirkirina çandî û fîzîkî li ser gelê Kurd û Kurdistanê hat meşandin.”
Peymana Lozanê ne serkeftin wendakirina sed salê ye
Kieser da xuyakirin Kemalîstan Peymana Lozanê weke serkeftinekê girtin dest û ev nirxandin kir:
“Dema em şerê li dijî tevgera kevn a Îttîhadperest binêrin, em dibînin ku hêzên Îttîhad û Terakkî xwe ji nû ve bi rêxistin kirin û di sala 1920’an de desthilata Enqereyê ava kirin.”
Ew hişmendiya Tirkîtî û nîjadperestên Tirk ji xwe pir xurt bûn û difikirîn ku dikarin Kurdan asîmîle bikin. Ev biryarek stratejîk bû û ev yek ji salên 1910’an vir ve di nava nîjadperestên Tirk de hatibû bicihkirin.``
Peyman yek jî sedema derketina PKK`ê ye
Her wiha Kieser di nirxandinê xwe de derbarê banga Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û guhertinên di PKKê de jî ev nirxandin kir:
“Sedema bingehîn a ku çima tevgerek mîna PKK’ê çekan hildigire di vê wateyê de çek vê rastiyê îfade dikin.
Kurd jî xwedî maf in ev yek xwe dispêre belgeyên bingehîn ên Neteweyên Yekbûyî û têgihîştineke gerdûnî ya hiqûqê.”
Kemalîstan soza li Lozanê dan bi cîh ne anîn
Kieser balkişand li ser xala 39emîn a peymanê û destnîşan kir ku, divê li vir bi zelalî were gotin ku Kemalîstan soza ku li Lozanê mohr kiriye bi cih ne aniye û wiha berdewamî da nirxandinên xwe:
“Bi Peymana Lozanê re nasname, çand û zimanê Kurdî hat înkarkirin. Divê Peymana Lozanê bi baldarî were xwendin; Xala 39 bi zelalî dibêje ku divê hemû zimanên ku li Asyaya biçûk têne axaftin werin naskirin. Bêguman Kurdî jî di nava xwe de dihewîne.”
Gerek Lozan bi şiroveya Kemalîstan û pîrozkirinê neyê dest girtin, Jiyaneke berhemdartir a bi hev re û demokratîk heye.
Kieser nirxandinên xwe wisa bi dawî kir: