Cîgirê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê Dmitry Medvedev di postek xwe ya li ser X'ê de got ku dema dawî ya ku Trump ji bo dawîanîna şerê li Ûkraynayê daye "gef û gavek ber bi şer ve" ye.
Medvedev destnîşan kir ku, her gefek nû û diyar kirina demê, gavek ber bi şerê di navbera Rûsya û Amerîkayê de ye.
Rûsya “ne Îran û ne jî Îsraîl e”
Cîgirê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê bi bîrxist ku, Rûsya ne Îsraîl e û ne jî Îran e.
Trump heta dawiya hefteya bê (8'ê Tebaxê) dem daye Rûsyayê ku şerê li Ûkraynayê rawestîne, an jî wê bi cezayên aborî yên giran re rû bi rû bimîne.