Lezgin

Klîma; heval e yan dijminekî veşartî ye

reset font size increase font size

Bi bilindbûna pileya germahiyê di demsala havînî de û gihaştina wê li hin deveran di pileyek gelekî bilind de, tişta herî xweş  rûniştina li bin klîma (mûkeyif)  ye ku bûye wesîleya herî  giring di malan , ofîs û erebeyan de ji bo parastin ji pileya germahiya bilind.

Tevî ku pir fêdeyên wî hene jî lê zêde bikaranîna wî anjî bikaranîna şaş dibe  ku bibe sedema gelek nexweşiyên ku kes jê pênahese.

Rola Klîma di kêmkirina pileya germahiyê de

Klîma hewayî dewrek pir giring di kêmkirna pileya germahiya bilind de dilîze di hundirê malan û cihê kar û erebeyan de qadê sar û taze dike ku hêsaniyê dixê di  dema lêgerînê de.

Bi taybetî parastina zarok û mirovên bi temen mezin dike, ji ber ku ew yê herî zêde li germahiyê bandor dibin û germê  tehemûl nakin.  

 Klîma(mûkeyîf) li dijî strêsa germê me diparêze û rewşa xewê baştir dike dema şevê ku pileya germahiyê bilind be.

Zirarên bikaranîna klîma li ser tendrustiyê

Ji nexweşiyên ku klîma dibe sedema wê ev in:

* Zûhabûna çerm û çavan bi sedema kêmbûna şilobûna  di hewayê de.

* Ji ber ku hewayê zûha dike ev yek di qirik û hestiyan de dibe sedema çêkirina îltîhabê.

* Dema em ciheke klîma zêde sarkiribe û biçin cihekî germ ew ê bi xwe re serêşî û westandinê bîne.

* Klîma bandore nexweşiya sermayê û Iltîhaba ciyûbên poz û qirikê dike.

* serma klîmayan bi awayekî raste rast bandore îltihaba movikan dike.

* Belavbûna bakterî û fitriyatan  di hundirê klîma ne paqij di be ku bibe sedeme nexweşiyên bihinstandinê yên xeter.

Ma tu dizanî?

Klîma ji ber gazên ku derdixin, berpisyariya beşek giring a xerckirina elektrîkê dike û germbûna gerdonê zêde dike! Ji ber vê yekê tê pêşinyar kirin ku amûrên ku hevaltiya jîngehê û kêmkirina xerçkirina enerjiyê dikin werin bikar anîn.

Ezê çawa xwe ji nexweşiyên wî biparêzim û di hem dem jî bi kar bînim?

1.Pileya germahiyê mûkeyifê dive navbera 23-25 derbas neke.

2.Divê em 2 hefteyan carî mûkeyîfên xwe paqij bikin da ku bakterî û fitiriyat lê kom nebin.

3.Ba bi awayekî raste rast li ser xwe nesekinîne.

4.Avê pir vexwe û şilbûna  çermê xwe biparêze.

5.Her çend seatan pencereyê veke ji bo ku hewa bê guhertin.

6.Çavdêriya  klîma her sal ji hêla karmendên pispor ve were kirin.

7.Li cihê şûnwarên xwe ji klîma zêdetir li gor derfetan daran biçînin hewa wê tendûristire û dema germahiyê de di bin sîka wê de rûnên.

Aya Ehmo

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24