Êriş û bombebaranên li ser Başûrê Kurdistan û Îraqê bênavber didomin.
Li gor agahiyên bidest ketine, bi balafirên bêmirov îşev êrişî bajarê Hewlêr hate kirin.
Lê beriya ku balafirên bêmirov bigihîjin hedefa xwe ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatin xistin.
Ji ber ketina parçeyên balafirên bêrmirov li devera ku drone lê hatine xistin, şewat derket.
Her wiha bi balafirên bêmirov êrişî Baregeha Victoria ya Hêzên Koalîsyona Navnetewî ya li Balafirxaneya Navnetewî ya Bexdayê hate kirin.
Hate zanîn ku balafirên bêmirov berî bigihijin hedefa xwe hatine xistin.
Di heman demê de, şîrketa Amerîkî KBR li zeviya petrolê ya Mecnûn ya parêzgeha Besrayê bû hedef, nayê zanîn ku êriş bi dronan an bi mûşekan hatiye kirin. Lê belê, li beşek ji zeviya petrolê şewat derketiye.
Ketîbeyên Hizbulaha Îraqê: Berpirsê me yê ewlehiyê Ebû Elî Eskerî hat kuştin
Li alîyekî din Tevgera Ketîbeyên Hizbullaha Îraqê ku beşeke ji Heşdî Şeebî ye, kuştina berpirsê xwe yê ewlehiyê Ebû Elî Eskerî ragihand.
Hizbullaha Îraqê têkildarî kuştina berpirsekê xwe yê payebilind daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de Hizbullaha Îraqê kuştina berpirsê ewlekariyê yê tevgera xwe yê binavê Ebû Elî Eskerî ragihand, lê agahiyên têkildarî dem, cih û çawaniya kuştina wî eşkere nekir.
Hizbullaha Îraqê ragihand ku li şûna Ebû Elî Eskerî, efserê binavê Ebû Mucahîd bûye berpirsê ewlehiyê yê tevgerê.